Pirsûsî çûn serdana Ferît Şenyaşar
Xelkê Pirsûsê ku hat Partiya Çepên Kesk û serdan li namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar kir, got: “Malbata Şenyaşaran, rûmeta me ye.”
Xelkê Pirsûsê ku hat Partiya Çepên Kesk û serdan li namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar kir, got: “Malbata Şenyaşaran, rûmeta me ye.”
Xelkê gundên Pirsûsê ku navçeya Rihayê ye, çû serdana namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar.
Pirsûsiyên li gundê Tilûtit ê navçeyê hatin ba hev, bi dehan wesayîtan çûn serdana Partiya Çepên Kesk a navçeyê. Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar û rêxistina partiyê ya Pirsûsê, Pirsûsî pêşwazî kirin.
‘EM JI BO FERÎT DAXWAZA PIŞTGIRIYÊ JI HER KESÎ DIKIN’
Pakîze Cengîzer ku li ser navê Pirsûsiyan bi kurtî daxuyanî da, got: “Ji bo Ferît, em daxwaza piştgiriyê ji her kesî dikin. Ev doz, dozeke gelek giran û giring e. Divê her kes bi Ferît re bibe piştgir. 3 kes li nexweşxaneyê hatin qetilkirin û kesî deng nekir. Ev hemû li ber çavên hikûmetê qewimîn. Li kû derê Kurdek hebe, em dixwazin bibe piştgir. Divê her kes li doza Şenyaşaran bibe xwedî.”
‘RIHAYÎ WÊ BERSIVA PÊWÎST BIDIN’
Ferît Şenyaşar ku bi pişt re axivî, wiha got: “Me têkoşîna xwe ya edaletê bi ya Partiya Çepên Kesk re kir yek û lê dewam dikin. Hemû Rihayî bertek nîşanê vê qetil û zilmê didin. Lê medyaya alîgir vê neheqiyê nîşan nade. Riha, 14’ê Gulanê wê bersiva pêwist bide wezîrê edaletê ku bû sedema vê neheqiyê.”
Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeya “Malbata Şenyaşaran, rûmeta me ye” qediya.